Amerîkayê, welatiyên xwe ji bo wan deveran hisyar kir
PeyamaKurd- Ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve hişyarî li welatiyên Amerîkayê hat kirin ku neçin 6 bajarên Meksîkayê. Bi hişyariya hat kirin re hem bergir hatin danîn hem jî derbasbûna rêya bejahî ya ber bi wan herêman ve hat qedexekirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve hat dayîn de li ser rêwîtiya ji bo bajarên Colima, Guerrero, Michoacan, Sinaloa, Tamaulipas û Zacatecasê yên Meksîkayê, hişyarî hat kirin.
Di hişyariyê de hat eşkerekirin ku li wan bajaran, tawanên revandina kesan û tawanên bûyeran gelek zêde ne û di vê çarçoveyê de ji welatiyan hat xwestin ku xwe dûrî van bajaran bigirin.
Bi vê hişyariyê re hin biryar jî hatin girtin. Li gorî daxuyaniyê, rayedarên hikûmetê, li van herêmên hatine destnîşankirin, hin astengî dane ber tenêçûyîn û bişev çûyîna xebatkarên xwe û her wiha rêyên bejahî yên çûyîna van deveran jî qedexe kiriye.
Bi berdewamî hat ragihandin ku wezaret dê di rewşeke nebaş de derfetên alîkariya ji bo welatiyên xwe yên li wan deveran jî bi sînor bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin