Amerîkayê, welatiyên xwe hisyar kir: Xwe dûrî xwepêsandanan bikin
PeyamaKurd-Balyozxaneya Mezin a Amerîkayê ya Tirkiyeyê, welatiyên xwe yên li Stenbolê hişyar kir. Hişyarî, ji bo mitînga CHPê ya ku dê roja şemiyê li Stenbolê were rêvebirin, hat kirin. Di hişyariyê de hat xwestin ku welatiyên wan, xwe ji çalakiyên protestoyî dûr bikin.
Şemiya bê, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, ji aliyê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ve mitîngek tê lidarxistin. Mitîng, bi şîara “Maf, Hiqûq, Edalet” tê lidarxistin. Li ser vê mitîngê, ji aliyê Balyozxaneya Mezin a Amerîkayê ve hişyarî ji bo welatiyên Amerîkayî yên li Stenbolê hat kirin. Di peyama hişyariyê de wiha hat gotin; ‘Di xwepêşandanên demên borî de ava bi şid, gaza tûj û guleyên nekujêr hatine bikaranîn. Ji bo vê mitîngê jî dibe ku bergirên bi vî awayî werin danîn. Dibe ku ev xwepêşandan, veguherin tundiyên ku nayên texmînkirin. Ji ber vê yekê jî xwe ji van protestoyan û xwepêşandanan dûr bikin.”
Hat ragihandin ku dê mitînga CHPê, di 21ê Gulanê de saet di 18:00an de li Qada Mitîngê ya Maltepeyê were kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin