Amerîkayê hisyarî da welatiyên xwe: Derhal terka Rûsyayê bidin!
PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê, derbarê welatiyên xwe yên li Rûsyayê de, hişyariyeke asta 4an ya nekirina geşta Rûsyayê belav kir.
Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê de, ji bo hemwelatiyên amerîkî hatiye gotin ku dibe bi tawanên sexte û neheqî hûn werin binçavkirin, lewma hişyariya asta bilind hatiye dayîn.
Herwiha hat diyarkirin ku derhal terka Rûsyayê bidin, lewra dibe li seranserê Rûsyayê kesên biyanî rûbirûyî tacîza rûsî bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin