Fransayê, welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hisyar kir
PeyamaKurd- Ji aliyê Konsolxaneya Giştî ya Fransayê ya Stenbolê ve ji bo welatiyên Fransayê hişyarî hat kirin. Sedema hişyariyê jî teqîna ku danê êvarê li bajarê Stenbolê çêbûbû, hat nîşandan.
Hişyarî, ji aliyê Konsolxaneya Giştî ya Fransayê ya Stenbolê ve bi rêya hesabê medyaya civakî hat kirin. Di peyama hişyariyê de hat ragihandin ku
“Piştî nîvrojê, li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê, teqînek çêbû. Çi dibe bila bibe, ji wê herêmê û ji derketina malên xwe dûr bisekinin. Heta ji dest hat, bila maşînên komî neyên bikaranîn.”
Her wiha bi rêya peyamê hat ragihandin ku konsolxaneyê maseyeke qeyranê ya li ser vê teqînê daniye û hat diyarkirin ku konsolxane jî bi meqamên herêmî re ji bo şopandina rewşê ketiye nav liv û tevgerê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin