Tirkiye: “Eger Amerîka ji bo F-16an sertan deyne em ê di rêya xwe de dewam bikin”

01 February 2023 00:15 0 dîtin
Tirkiye: “Eger Amerîka ji bo F-16an sertan deyne em ê di rêya xwe de dewam bikin”

PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın li ser îzna firotina balafirên Amerîkayê yên F-16an ji bo Tirkiyê got ku eger rêvebiriya Amerîka an kongra Amerîkayê ji bo firotina balafiran şertan deyne, wê di rêya xwe de dewam bikin. Kalın ragihandina xwe di Kampa Dîplomat Akademî de ya li Cebeciyê de kir. Li ser pirsa rojnamevanekî Kalın gotinên xwe weha dewam kir:

“Li ser bernama F-16an em jî dibihîzin ku kongre behsa şertan dike. Rêvebiriya Amerîkayê ji me re got ku şertekî wan tine. Em jî wisa dizanin. Eger di kongrê de, senatorên weka Menendez şertan deynin û di heman wextê de ji bo Yunanistanê ji bo daxwaza wan ya F-35an bi erênî bersivê bidin, wê wextê bê terefiya Amerîkayê di nav NATO de namîne. Danîna şertan ji aliyê Tirkiyê de qebûl nabe. Li ser bingeha şertan em ti gavê navêjin.

Eger firotina F-16an bi şertê endamtiya Îsveç û Fînlandiyayê ya NATO yê ve girêdin, bila qet nexin rojeva xwe baştire. Em paşde gav navêjin. Her dû pêvajo ji hev cuda ne.”