Tirkiye: Rakirina sertan yên li ser balafirên F-16an bûyerekî êrêniye

12 October 2022 22:57 0 dîtin
Tirkiye: Rakirina sertan yên li ser balafirên F-16an bûyerekî êrêniye

PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın li ser rakirina şertên firotina balafirên F-16an ya ji bo Tirkiyê ji aliyê Amerîka de, şiroveyan kir. NDAA ya Amerîkayê şertên firotina balafirên F-16 an di sanatoyê de rakir. Kalın got ku hêj gelek mesele hene ku li ser wan danûsitendin bên kirin û li ser rakirina her dû şertan weha got:

“Ev tiştekî ku di leha me de ye. Em li ser navê Tirkiyê vêya pêngavekî erênî dibînin. Weka me dixwest rêya çûna kongreyê ji bo me vebû. Lê wê piştî hilbijartina navberê, mijar here kongrê. Wê paşî muzakere dewam bikin. Ji bo me tişteka başe. Dema em peymana F-16an bikin, em ê bi şertên xwe bikin. Lê gelek mijar hene ku em li serê danûsitendinan bikin.”

Amerîka ji bo firotina balafirên F-16an berê 2 şertan danîbû. Yek jê wê balafir neketina seha hewayê ya Yûnanistanê û wê firotina balafiran li gor berjewendiyên Amerîkayê bin.