Ji bo Tirkiye biceribîne 2 balafirên Îngîlîzan Eurofighter gihan Ankara
PeyamaKurd – 2 balafirên aîdê Rêyên Hewayî yên Qraliyeta Îngîltere ji bo Tirkiye wan biceribîne, bi rêvebiriya balafirên F-16an giha Tirkiyê payîtext Ankara. Hevdîtinên Tirkiyê yên ji bo 40 heb balafirên şer yên Eurofighter dewam dikin, dikare ji bo Hêzên Hewayî yên Tirkiyê, di envantera wan de AESA bide qezenckirin.
Almanya jî ji bo paketa balafiran ya bi bihayê 12 milyar dolarî erê kiribû û ceribandina balafiran ji aliyê Tirkiyê de dikare pêvajoyê bileztir bike.
Hatina balafiran ket pey seredana seroka komisyona YE Ursula von der Leyen ku seredana Ankara kiribû. Esas her dû balafir wê li Qatarê tevlî tetbîqata Ferocious Falcon V bibin lê berya herin Qatarê, wê artêşa Tirkiyê di wan de ceribandinên xwe bike an lêkolîna xwe li serwan bike.
Pêşdebirina Eurofighter Typhoonan ji aliyê ortaxiya dewletên Îngîltere, Almanya, Îspanya û Îtalya de hat kirin û her 4 dewlet tê de ortaxin. Fira wan ya ewilî di 27ê Adara 1994an de hat kirin û Îro ji bilî her 4 dewletan, li Avusturya, Kuweyt, Umman, Qatar û Erebistana Saûdî de tên bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin