Tirkiye plan dike ku 40 balafirên ser yên Eurofighter Typhoon ji Brîtanya û Îspanya bikire

17 November 2023 01:28 0 dîtin
Tirkiye plan dike ku 40 balafirên ser yên Eurofighter Typhoon ji Brîtanya û Îspanya bikire

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Güler ragihand ku plan dikin ji Îngîltere û Îspanyayê 40 heb balafirên şer yên Eurofighter Typhoon bikirin. Wezîr Güler got:

“Îngîltere û Îspanya erê kirine. Em dixebitin da Almanyayê razî bikin. Xebata me heye ku em Eurofighter Typhoonan bikirin. Kirîna van balafiran bi Îngîltere, Îspanya û Almanya re têkildarin. Îngîltere û Îspanya qebûl dikin û niha ew her dû dixebitin da Almanyayê razî bikin. Îngîltere û Îspanya dibêjin ku dê ew ê Almaya razî bikin. Eger bibe, me plan kiriye ku 40 heb balafirên Eurofighter bikirin.”

Güler li ser pirseka dinê got ku di kirîna F-35an de pirsgirêk hene û weha dewam kir:

“Balafirên F-16 û F-4 ji bo karê me bikin têr dikin. Lê em li pêşiya xwe dinêrin. Em li ser alternatîfên din digerin. Ji bo nûhkirina balafirên F-16, wê F-16 blok 70 Viper 40 heb hazir bikirin, ji bo nûhkirina 79 heban jî em ê li TUSAŞê bi xwe bikin.”