MSD: Ji tirsa vekisîna Amerîkayê em ê berê xwe bidin Samê!

06 September 2021 17:38 0 dîtin
MSD: Ji tirsa vekisîna Amerîkayê em ê berê xwe bidin Samê!

PeyamaKurd - Hevserokê Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye Riyaz Derar eşkere kiriye, tirs heye hêzên Amerîkayê xwe vekeşînin û ji ber wê jî ew ê berê xwe bidin rêveberiya rejîma Şamê.

Hevserokê MSDê Riyaz Derar ji ajansa Tesnîm a Îranê re ragihandiye ku di nav aliyên siyasî û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê de tirseke rasteqîn heye,  ji ber îhtimala vekişîna hêzên Amerîkayê ji herêmê.

Riyaz Derar gotiye, vekişîna Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, wê encamên karesatî li pey xwe bîne û daye zanîn: “Em ji niyetên Amerîkayê tênagihin, lê rojek ji rojan wê xwe vekişîne.”

Hevserokê MSDê bal kişandiye ser ku HSD û MSD hêvî dikin li gel rejîma Sûriyê bigihin rêkeftineke bi sûd û cîdî û diyar kiriye, ji bo guftûgoyan û rêkeftina ligel rejîma Sûriyê, HSD û MSD ti mercekî wan tine ye.

Derar daye xuyakirin ku ew li benda bersiva rejîma Sûriyê ne ji bo guftûgo û rêkeftinê û gotiye: “Em dixwazin bi rêya guftûgoya Sûrî – Sûrî çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêkên Sûriyê bidest bixin.”