Fermandarê Îranê: Zêdetirî 300 kes di xwepêsandanan de mirin
PeyamaKurd – Serleşker Emîr Elî Hacîzade ku yek ji fermandarên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ye diyar kir, di xwepêşandanên piştî mirina Mahsa Amanî ku piştî binçavkirina Mahsa Amanî destpêkirin de, zêdetirî 300 kesan can dane ku di nav wan de hêzên ewlehiyê jî hene.
Hacîzade diyar kir, xwepêşandan ji aliyê dijberên rejîmê ve hatine organîzekirin, lê divê hemû kesên beşdarî xwepêşandanan bûne sûcdar nekin û got: “Yên ku bi serhildanan tên xapandin, ne dij-şoreş in, beşek ji zarokên me û gelê me ne. ."
Hacîzade da zanîn, ciwanên li welêt "dijmin nas nakin" got ku divê li zanîngehan dersa li ser vê mijarê bê dayîn.
Herwiha Hacîzade di axaftina xwe de li ser hejmara kesên ku di xwepêşandanan de can dane yekemîn daxuyaniya xwe da û got, “Ji ber ku me nekarî dijmin bidin nasîn di van du mehan de zêdetirî 300 kes hatin kuştin û şehîd bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin