Amnesty: Li Îranê di xwepêsandanan de bi kêmanî 208 kes mirin

03 December 2019 13:19 0 dîtin
Amnesty: Li Îranê di xwepêsandanan de bi kêmanî 208 kes mirin

PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya Amnesty Internationale (Rêxistina Efuya Navdewletî) li Îranê di dema xwepêşandanan de 208 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Nêzîkî du hefte bi ser xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re derbas bû lê hîn amar û agahiyên rast û durist li ser hejmara kuştî, birîndar û girtiyan, çi ji aliyê hikûmeta Îranê ve çi jî ji aliyê dezgehên mafên mirov ve, nehatine belavkirin.

‘Di xwepêşandanan de bi kêmanî 208 kes hatine kuştin’

Rêxistina Amnesty International jî duhî çaremîn raport û amara xwe li ser kuştiyên xwepêşandanên Îranê belav kir. Li gorî raporta nû ya wê dezgeha navdewletî, di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 208 kes hatine kuştin, lê dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir be jî.

Amnesty International Rêxistina di yekemîn amara xwe de gotibû 106 kes hatine kuştin, di raporta duyem de gotibû 143 kes hatine kuştin û di ya sêyem de jî gotibû 161 kuştî hene.

‘Îran nahêleke ku malbatên kuştiyên ji raya giştî re behsa kuştiyên xwe bikin’

Li gorî agahiyên Amnesty International, berpirsên hikûmeta Îranê malbatên kuştiyan tehdîd kirine ku nabe ji raya giştî re behsa kuştiyên xwe bikin û ji wan re merasimên şînê li dar bixin.

Di raporta wê rêxistina mafên mirov de hatiye gotin jî ku berpirsên hikûmeta Îranê li hember teslîmkirina termê kuştiyan, dirav wergirtine!

Malpera nêzîkî serokwezîrê berê yê Îranê Mîr Husên Mûsevî, Kaleme jî beriya niha ragihandibû, di xwepêşandanên Îranê de herî kêm 366 kes hatine kuştin.