SOHR: Li Sûriyê 4 fermandarên Pasdarên Îranê bi jehrîbûnê mirin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyê hejmarek fermandarên Sûpaya Pasdarên Îranê bi dermanan hatine jehrîkirin û mirine.
Li gorî SOHRê hejmarek fermandarên pasdaran roja Pêncşema borî li Dêrezor a Sûriyê jehrî bûne û zêdetirî 4 fermandarên Sûpaya Pasdarên Îranê ji ber jehrîbûnê mirine.
Herwiha nasnameya du fermandarên bi jehrîbûnê mirine jî hatiye eşkere kirin ku Hac Muqteda û Murtêza Molewî ne. Hatiye ragihandin ku hejmareke din ji pasdarên Îranê jî ji ber jehrîbûnê rewşa tenduristiya wan giran e.
SOHRê diyar kiriye ku bi zanebûn ew fermandar hatine jehrîkirin û bûyer bi çi awayî rû daye, eşkere nebûye û nûçeya jehrîbûnê jî ji aliyên jinên nêzî pasdaran ve hatiye belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin