SOHR: Li Sûriyê 8 pasdarên Îranê hatin serjêkirin
PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku li Sûriyê ji aliiyê komek kesên nehatine naskirin ve serê 8 pasdarên Îranê ango milîsên çekdar hatiye jêkirin û hatine kuştin.
Li gorî nûçeyê, kesên nenaskirî li nêzî bajarê Elmeyadîn li parêzgeha Dêrezorê de bi çeqûyan êrîş kirinê ser binkeyeke spaha pasdaran û 8 kes ji pasdarên li vê binkeyê kuştine ku serê wan jêkirine.
Derbarê vê êrîşê de, ji Îranê heta niha ti daxuyanî û zanyariyek nehatiye belavkirin.
Hêjayî gotinê ye, hefteyek berê jî di êrîşa Îsraîlê ya ser balyozxaneya Îranê de, hejmarek fermandarên pasdarên Îranê hatibûn kuştin ku niha Îran gefa bersivdanê li Îsraîlê dixwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin