SOHR: Li Dêrazorê 9 pasdarên Îranê hatin kustin

10 December 2020 16:20 0 dîtin
SOHR: Li Dêrazorê 9 pasdarên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê de, li Dêrazor a Sûriyê 9 çekdarên Feyleqa Pasdarên Îranê hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku berbanga vê sibehê 10ê Kanûnê, li çolistana El-Meyadîn a li bakurê Dêrazorê çekdarên DAIŞê êrîş birin ser xaleke leşkerî ya pasdarên îranî ku ji bo piştevaniya rejîma Sûriyê li wir bûn.

Li gorî ragihandina SOHRê di encama êrîşê de, 9 çekdarên pasdarên Îranê û 2 çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê hatin kuştin.

SOHRê daye xuyakirin ku heta niha bi qasî 140 pasdarên Îranê di encama êrîşên li Sûriyê de hatine kuştin.