Yemen | 3 pasdarên Îranê, 6 çekdarên Hizbullahê û 2 milîsên Iraqî hatin kustin

22 January 2024 22:05 0 dîtin
Yemen | 3 pasdarên Îranê, 6 çekdarên Hizbullahê û 2 milîsên Iraqî hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Yemenê di êrîşên Amerîka û Brîtanyayê de, heta niha 9 kesên biyanî hatine kuştin ku 3 ji wan pasdarên Îranê û 6 jî çekdarên Hizbullah a Lubnanê ne.

Televîzyona Sky News a Brîtaniyayê bi zarê çavkaniyên Yemenê ragihandiye, ji destpêka êrîşên hevpar ên Brîtaniya û Amerîkayê yên ser Hûsiyên Yemenê de, 75 kes hatine kuştin ku 3 kes ji wan pasdarên Îranê bûn û 6 kes jî milîsên Hizbullah a Lubnanê bûn.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di êrîşên hevpar ên ser Hûsiyan de, 2 milîsên Iraqî yên girêdayî Îranê jî hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên Hûsiyan li ser keştiyên bazirganî li Deryaya Sor hefteya borî cara yekem hêzên Amerîka û Brîtanyayê êrîşeke berfireh li ser bingehên Hûsiyan li Yemenê dabûn destpêkirin ku cihên avêtina moşekan û enbarên cebilxaneyan ên li bajarên peravê yên Elhedîde, Hece, Zemar, Te`iz û Beyzayê xistibûn.