Seferên asmanî yên ji Hewlêrê bo çend welatan ji nû ve dest pê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku seferên asmanîn yên ji paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bo çend welatan ku ji ber koronayê hatibûn rawestandin ji nû ve dest pê kirine.
Berpirsê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehnmed Hoşyar ragihand ku piştî danûstandina bi kompaniyên hêla asmanî yên welatan re, ji bo gelek welatan seferên asmanî yên ji Hewlêrê dest pê kirine.
Berpirsê Balafirxaneya Hewlêrê diyar kir ku tenê ew li bendê ne du kompaniyên din jî dest bi seferên xwe bikin.
Li aliyê din Serokê Yekîtiya Kompaniyên Hêla Asmanî yên Herêma Kurdistanê Lewend Şêx Mehmudî jî daye xuyakirin, bi destpêkirina seferên bi welatên cîhanê re wê bandoreke erênî li ser turîzm û bazirganiya Kurdistanê çêbibe û ev gav ji bo asayîkirina rewşê hatiye avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin