Ji ber mija zêde seferên asmanî yên Diyarbekirê hatin rawestandin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji ber mija zêde seferên balafiran ên Diyarbekirê yên navbera Stenbol û Enqerê hatin rawestandin.
Rêveberiya Balafirgeha Diyarbekirê ragihandiye ku ji ber şert û mercên hewayê û zêdebûna mijê geştên asmanî yên Diyarbekir-Stenbol, Diyarbekir –Enqereyê hatin betalkirin.
Herwiha hat ragihandin ku wê di nava rojê de li Diyarbekirê mij bandora xwe bidomîne û mesafeya dîtinê jî heta 50 metreyî jî daketiye.
Hişyarî hatiye dayîn ajokarên wesayîtan jî di çûnûhatinê de baldar bin û lambeyên mijê bi kar bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin