Li Diyarbekirê ji ber mija zêde çûnûhatin asteng bû, sefer hatin betalkirin
PeyamaKurd – Li Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê, îro Yekşemê 17ê Kanûnê ji ber mijara zêde çûnûhatina nav bajêr a wesayîtan asteng bû û seferên asmanî jî hatin betalkirin.
Hate ragihandin ku seferên balafirên rêwiyan ên ji Enqere û Stenbolê ber bi Diyarbekirê ve dualî ji ber mijara zêde hatin betalkirin.
Mijê herwiha li nav bajêr çûnûhatin jî asteng kir û trafîk xitimî. Tê çaverêkirin mija zêde heta piştî nîvro belav bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin