Li Diyarbekirê mijê hatûçûn asteng kir

07 December 2024 15:01 0 dîtin
Li Diyarbekirê mijê hatûçûn asteng kir

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê mijeke tîr heye ku bû dîtina mirov zehmet dike. Li ciyên ku dîtin zehmettir e, şofêran bi vêxistina lampeyên wesayîtên xwe di trafîkê de digeriyan û hin seferên balafiran jî rawestiyane.

Ji ber mijê ekîbên trafîkê li ser rêyan tedbîr girtin. Ekîban hişyarî da ajokaran ku mesafeyê bişopînin û lez nekin.

Ji ber mijê seferên balafirên Stembol-Diyarbekir û Enqere-Stenbolê hatin betalkirin yên ku dihat plankirin serê sibê dê pêk bên.

Rayedaran diyar kir ku seferên ku tê plankirin danê nîvro pêk werin jî dê bi derengî bikevin.

Rayedarên Midîriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ya Diyarbekirê jî ragihand ku tê payîn ku mij danê nîvro zelal bibe, lê danê êvarê dîsa tîr bibe.