Di sewata pirêzan yên li Mêrdînê û Diyarbekirê de 500 mîh zêdetir mirin

21 June 2024 21:09 0 dîtin
Di sewata pirêzan yên li Mêrdînê û Diyarbekirê de 500 mîh zêdetir mirin

PeyamaKurd – Li navça Çinar a bi ser Amedê û Şemrex (Mazıdağ) a bi ser Mêrdînê, di encama şewata pirêzeyan de jimara kesên can dane; li gor wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê 11 kesin û 78 kes birîndarin. Ji birîndaran 5 kes di beşa hûrlênêrînê de ne û 4 kes entube ne. Kesên dermankirina wan di nexweşxanan de dewqam dike 6 in.

Di şewatê de ji 500an zêdetir mîh mirin û 214 mîh dermankirina wan dewam dike. Serokê oda veterîneran ya Diyarbekirê Muhammed Ali Süleymanoğlu ragihand ku li herêmên navborî, endamên wan, veterînerên li Çinar û Şemrexê û gelek veterînerên xwebexş di seha şewatê de dixebitin. Xebatên wan bi fakulta Veterîneriyê ya zankoya Dîcleyê û rêvebiriya çandiniyê û daristanê ya Amedê re dewam dike.

Süleymanoğlu got ku di wexta destpêka şewatê de di navbera odeyan de têkilî hatiye danîn. Li dora 50 veterîner niha dixebitin. Heywanên rewşa wan baş nînin, wê sewqê serjêkirinê bikin. Heywanên birînên wan sivik wê dermankirina wan dewam bike.