Rapora dozgeriyê: Sewata Amed û Mêrdînê ji ber elektrîkê derket

23 June 2024 20:05 0 dîtin
Rapora dozgeriyê: Sewata Amed û Mêrdînê ji ber elektrîkê derket

PeyamaKurd - Di rapora destpêkê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hat diyarkirin ku şewata deşta Çinara navçeya Amedê û Şemrexa navçeya Mêrdîyê, ji ber elektrîkê derketiye.

Di şewata li bakurê Kurdistanê ya ku li zeviya di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de 15 hezar donim erdê çandî û dar û berên 8 gundan şewitîn de 15 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Piştî vê karesata mezin, nîqaşên di derbarê sedema şewatê gur bûn û hin dezgehên sivîl, ji ber şewatê Dezgeha Belavkar a Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) tawanbar kirin.

Jêderên ku şahidiya şewatê kirin diyar kirin ku şewat ji ber têlên elektrîkê yên DEDAŞê derketiye. Ji aliyê din ve DEDAŞê jî, di derbarê welatiyê bi navê Îbrahîm Eren ê ku yek ji şahidên destpêkê ên şewatê bû û gotibû "Agir ji têlên elektrîkê dest pê kir" de li dadgehê serlêdana sûc kir. 

Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Amedê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di qada şewatê de stû tune ye û li ser rêyên ku xetên elektrîkê derbaz dibin, li dijî şewatê bergirî nehatine girtin.

"Rapora destpêkê ya Serdozgeriya Komarê"

Piştî van geşedanan, di derbarê şewatê de geşedaneke gring çêbû. Di rapora destpêkê ya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de hat diyarkirin ku şewat ji ber elektrîkê derketiye.

Di çarçoveya delîlên ku ji vegotinên gundiyan û şahidên karesatê hatin girtin, di derbarê karesata şewatê de ji aliyê serdozgeriyê ve rapora destpêkê hate amadekirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku şewat ji ber elektrîkê derketiye. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat ragihandin û wê bê berfirehkirin de hate diyarkirin ku piştî dezgehên pêwendîdar bêne guhdarkirin, wê di rojên pêş de raporeke berfireh bê amadekirin.