Cihê sewata Diyarbekir û Mêrdînê wek ‘Herêma Karesatê’ hate ragihandin: 55 lîre hat terxankirin

08 July 2024 16:16 0 dîtin
Cihê sewata Diyarbekir û Mêrdînê wek ‘Herêma Karesatê’ hate ragihandin: 55 lîre hat terxankirin

PeyamaKurd – Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) eşekere kir, cihê şewata 20ê Hezîranê ya navçeyên Çinar û Şemrexê yên Diyarbekir û Mêrdînê ku 15 kesan can dabû û zêdetirî hezar ajal telef bûbûn, weke ‘Herêma Karesatê’ hatiye ragihandin.

AFADê diyar kir, ji bo zirarên şewata Merdîn û Diyarbekirê 55 milyon lîre hatiye terxankirin ku 3 milyon ji bo Diyarbekir 2 milyon ji bo Merdînê weke pereyê ji bo pêdivîyên lezgîn û 50 milyon lîre jî ji bo zirarên welatîyan bên qerebûkirin hatiye terxankirin.

AFADê ragihand ku ji bo qerebûkirina zirarên welatîyên bandora şewata 20 Hezîranê li ser wan bûye, ji aliyê AFAD û Serokomarîyê ve bi giştî 55 milyon lîre hatiye terxankirin.

Ji bo Merdînê 2 milyon û ji bo Diyarbekirê 3 milyon hatiye şandin û ji bo zirarên welatiyan bên qerebûkirin jî ji alîyê AFADê ve ji bo Diyarbekirê 25 nilyon û ji bo Merdînê jî 10 milyon hatiye şandin. Herwiha hate diyarkirin, Nûnertîya Karên Ewlekarîyê ya Serokkomarîyê jî 15 milyon lîre şandiye.