Di karesata sewata li Diyarbekir û Mêrdînê de kesên jiyana xwe ji dest dan zêde bûn!

22 June 2024 11:01 0 dîtin
Di karesata sewata li Diyarbekir û Mêrdînê de kesên jiyana xwe ji dest dan zêde bûn!

PeyamaKurd – Hejmara kesên di şewata li Diyarbekir û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan derket 12an.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê platforma Xê ya medyaya civakî de wiha got:

“Mixabin hejmara kesên ku ji ber şewata ku li Diyarbekir û Mêrdînê li gund û taxên derdorê yên her du parêzgehên me rû da jiyana xwe ji dest dan derket 12an. Di bûyerê de 78 kes mexdûr bûn. Em tedawî û şopandina 5 nexweşên xwe didomînin. 3 nexweşên me ku 5 ji wan li Diyarbekirê tên dermankirin întubasyon in. Bi vê minasebetê careke din ji bo kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji nexweşên me re jî şifaya lezgîn dixwazim.”

Şewata ku li Taxa Koksalan a navçeya Çinarê ya Diyarbekirê destpê kir û bi hêza bayê li taxên Yazçiçi, Bağrık û Agaçseverê ket, ber bi taxên Yucebag, Şenyuva û Yetkinler ên navçeya Şemrex a Mêrdînê ve pêşve çû.