Li Diyarbekir û Mêrdînê karesata sewatê! 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 44 kes jî birîndar bûn!
PeyamaKurd – Li qadên çandiniyê yên di navbera navçeyên Çinar ên Diyarbekir û Mazîdagî yên Mêrdînê de şewat derket. Di encama şewata ku di bin bandora bayê de derket de li Diyarbkirê 3, li Mêrdînê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya di parvekirinên xwe yên li ser hesabên Xê de ragihand ku li Diyarbekirê 11, li Mêrdînê jî 18 kes birîndar bûne. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî got, "Di şewatê de 10 jê giran 44 kes şewitîn."
Parêzgarê Diyarbekirê Alî Îhsan Su diyar kir ku ji kesên ku li parêzgehê jiyana xwe ji dest dane 2 şivanên ku di nav giya de mane ne.
Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun ragihand ku kesên ku di encama şewata li parêzgehê de birîndar bûne sewqî nexweşxaneyên Diyarbekir û Şanliurfayê hatin kirin.
AFAD, Midûriyeta Rêveberiya Daristanan, îtfaiye û ekîbên Tenduristiyê yên Lezgîn 112 ji bo midaxaleyê şewatê bikin ji Diyarbekir û Mêrdînê sewqî bajêr hatin kirin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (DEM) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji ber belavbûna agir daxwaza mudaxeleya hewayî kirin.
Hevserokan bal kişandin ku banga lezgîn li wan hat kirin û gotin, "Li hemberî şewata ku bi saetan didome destwerdana bejahî têrê nake. Divê bi lezgîn mudaxeleya hewayî bê kirin. Ger hewce bike divê piştgiriya navneteweyî bê girtin û şewat bê şewitandin. Divê demildest pêşî li belavbûna wan bê girtin."
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo mudaxeleyê şewatê bike maseya krîzê ava kir.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku şewat bi temamî hatiye kontrolkirin û xebatên sarkirinê dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin