Pistî bajarê Amedê li Mêrdînê jî heya 20ê Gulanê çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Piştî biryara parêzgeha bajarê Amedê ku kirina çalakiyan qedexe kir û sedem jî cezakirina di doza Kobaniyê de nîşanda ku wê terefdarên DEM Partiyê û hinek grûbên din wê bikevin nav tevgerê, parêzgeha bajarê Mêrdînê jî bi heman hincetan heya 20ê Gulanê kirina çalakiyan qedexe kir.
Parêzgeha Mêrdînê ragihand ku qedexe îro seet di 18.00an de destpêdike û heya 20ê Gulanê seet 18.00an dewam dike. Meş, vegirtina konan, civîna çapemeniyê, danîna stendan, kampayna îmzayan û çalakiyên weke wan hatine qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin