Li navça Pîran a bi ser bajarê Amedê, li hinek deveran qedexeya çûnûhatê hat ragihandin

11 November 2024 20:35 0 dîtin
Li navça Pîran a bi ser bajarê Amedê, li hinek deveran qedexeya çûnûhatê hat ragihandin

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Dîcle an ku Pîranê deverên bi navên Kurşunludüzü û Çiyayê Görese di navbera 13-20 Sermawezê de, ji bo 8 rojan çûn û derketina ji wan deveran hat qedexekirin.

Di nav 8 rojên borî de herkesê bixwaze here wan deveran an ji wan deveran derê, divê îzna hêzên asayîşê an qeymeqamî û parêzgehê bistîne.

Biryar, ji aliyê parêzgeha Amedê de hat dayîn û ji parêzgehê ji bo raya giştî hat ragihandin. Bi îhtîmaleka mezin dê di deverên navborî de operasyon bênkirin.