Li bajarê Mêrdînê pîremêrê 83 salî jina xwe kust
PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Şemrexê (Mazıdağ) li gundê Atalarê ku navê gund yê Kurmancî nehat zanîn, pîremêrekî 83 salî yê bi navê Ali K.bi sedemekî nehat zanîn, bi tivinga pompeyî jina xwe ya bi navê Latife K. (81) dem adi xew de bû kuşt.
Bûyer, di wexta şevê de çêbû. Li ser gilîkirina cîranan tîmên tenduristiyê û cendirmeyan gihan ciyê bûyerê lê pîrejina 81 salî jiyana xwe ji dest dabû.
Cenazê Latife K. birin morga nexweşxanê û cendirme, Ali K. xistin binçav. Piştî darizandina Ali K. ya li dadgehê, biryara zîndanîkirina wê dan û ew şandin zîndanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin