Li bajarên Wanê û Mêrdînê malbat pevçûn: 3 kustî û 6 birîndar

25 July 2024 21:37 0 dîtin
Li bajarên Wanê û Mêrdînê malbat pevçûn: 3 kustî û 6 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê li devera Xursê li gundê Çelebiyan (Ayaz) li ser arazî du malbatên ku mirovên hevin pevçûn. Di encamê de bi çekan li hev xistin û Şakir Aslan (65) û Aslan Aslan (50) jiyana xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Cendirme, gund dorpêç kirin û çûn û hatina gund xistin bin kontrola xwe. Hat ragihandin ku malbatekî ji wan, berê araziyê xwe firotiye biyaniyan û li serê pevçûn derketiye.

Li aliyê dinê, li bajarê Wanê li navça Ercîşê li zozana di navbera malbatan de pevçûn derketiye, di encamê de kesekî miriye û 3 kes birîndar bûne.

Pevçûn, li ser çêrandina heywanan ya li zozanê Tîfê derketiye ku li serê li hev nekirine. Xwediyên keriyên pez jî ketine nav pevçûnê.

Li ser bûyerê cendirme û tîmên tenduristiyê çûne ciyê bûyerê. Cendirme tedbînên xwe sitendine û birîndaran birine nexweşxana dewletê ya Ercîşê.