Li Mêrdînê du malbat pevçûn û 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Artûklûyê li ser rêya Midyadê di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de 3 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan baş nîne. Pirsgirêka navbera her dû malbatan ew bû ku di 9ê Cotmeha 2023an de di pevçûna her dû malbatan de kesê bi navê Faysal Duva (57) hatibû kuştin.
Di pevçûnê de çekan bikaranîn û kesên bi navên A.A., A.D. (18) û M.D. (35) birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxana Mêrdînê û nexweşxanên taybet. Hêzên ewlehiyê dixebitin da sûcdaran bixin dest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin