Li Mêrdînê pîrejina 103 salî ku ji webayê rizgar bûye niha jî ji koronayê bas bû
PeyamaKurd - Li navçeya Şemrex a bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê, jineke 103 salî ya bi vîrusa koronayê ketibû baş bû.
Hat ragihandin ku jina 103 salî ya bi navê Emîne Tekîn piştî ku testa wê pozîtîf derketiye, 8 rojan li mala xwe hatiye karantînekirin lê piştî rewşa wê giran bûye bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê haiye rakirin.
Emîne Tekîn piştî tedawiya 6 rojan baş bûye û ji nexweşxaneyê bo malê hatiye şandin.
Pîrejina 4 zarok û nêzîkî 60 nevî wê hene piştî baş bûye gotiye: "Nexweşî li min giran bû û ez birim nexweşxaneyê û di beşa nexweşiyên giran de razandin. Doktor û perestarên li wê derê gelekî xizmeta min kirin wan mîna bebekan ez xwedî kirim."
Tekîn daye zanîn ku 95 sal berê jî şewba webayê belav bûbû û ew ji wê nexweşiyê jî filitîbû û îro jî ji Covid-19ê rizgar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin