Keça 14 salî ya li Mêrdînê ji sanesînê ketibû xwarê can da
PeyamaKurd – Keça 14 salî ya li navçeya Qoserê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji şaneşînê ketibû xwarê, can da.
Hat zanîn, keça 14 salî Havîn Algur a derengê şeva 10ê Hezîrana 2022ê li Taxa Şahkulubey a Qoserê ji şaneşîna mala xwe ketiye xwarê û li ser agahdariyê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û Algur rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Hat ragihandin ku piştî hemû hewldanan, keça 14 salî li nexweşxaneyê can daye.
Herwiha li aliyê din hêzên ewlekariyê li ser bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin