Hewlêr | Di êrîsê de keça Pêsrew Dizeyî Jîna ya yek salî jî jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Şeva 15ê Çile saet 23:00ê şeva 15ê Çile, mala kasibkarê Kurd Pêşrew Dizayî bi moşek û balafirên bêbalafirvan ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve hat topbarankirin. Di êrîşê de keça Pêşrew Dizeyî Jîna ya ku di 25ê Çileyê de bû yek salî jî jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyên bi dest ketine li Hewlêrê 10 moşek hatine avêtin û 5 moşek jî li mala Pêşrew Dizayî ketine. Di êrîşê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 17 sivîl jî birîndar bûn.
Kasibkarê Kurd Pêşrew Dizayî, keça wî ya kêmtir ji yek salî û karsazê Xiristiyan ê Iraqî Kerem Mîxaîl ku li mala wî mêvan bû, di malekê de li Pirzinê ku 5 moşek lê ketibûn, jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de 2 karmendên Filîpînî yên li mala Pêşrew Dizayî dixebitîn, hevjîn û 2 zarokên wî birîndar bûn.
Li cihên ku 5 moşek lê ketin, 12 welatî ji deverên cuda birîndar bûn.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ku berpirsyariya êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê girt ser xwe, îdia kir ku "Bergehên komên dijî Îranê û sîxurên li herêmê bi moşekên balîstîk hatine hedefgirtin."
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, di êrişa Artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne. Encûmenê jî îdiayên Îranê red kirin.
Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de ev tişt hatin gotin:
“Roja 15-16ê Çileya 2024an saet 23.30an de Muhafizên Şoreşa Îranê gelek cihên sivîl ên Hewlêrê bi gelek moşekên balîstîk hedef girtin. Mixabin li gorî tespîtên destpêkê 4 sivîl şehîd bûne û 6 sivîl jî birîndar bûne. Rewşa hinek birîndaran giran e. Muhafizên Şoreşê îdia kir ku êrîşê çeperên komên dijberê Îranê kirine hedef. Ev hincet bêbingeh e û em red dikin. Lê mixabin êrîşên li dijî Hewlêrê her tim ji ber sedemên bêbingeh tên kirin. Hewlêr ku herêmeke bi îstîqrar e, ti carî ji bo ti aliyan nebûye cihê metirsiyê. Ev jî binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Divê hikûmeta federal a Iraqê û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”
Cihê ku Muhafizên Şoreşê kirine armanc, mala kasibkarekî bû û kesên di wê malê de kasibkarekî Iraqî û endamên malbata wî bûn. Hemû kesên ku di êrîşê de mirin û birîndar bûn sivîl bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin