Dizeyî: Êrîsên ser Hewlêrê bandorê li xebatên me yên dîplomasiyê nakin
PeyamaKurd – Berpirsê karên derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser êrîşên ser balafirgeha Hewlêrê û siyaseta koalisyona navdewletî ya di derbarê Iraq û Herêma Kurdistanê de rave kir û got êrîşên balafirgeha Hewlêrê bandorê li xebatên wan yên dîplomasiyê nakin. Dizeyî, li ser êrîşên 2 roj berê yên bo ser balafrgeha Hewlêrê ji bo çapemeniyê daxwuyaniyê da û weha got:
“Mixabin êrîşên ser balafirgeha Hewlêrê yên bi fuze û dronan ne cara yekêye tên kirin. Em weka Herêma Kurdistanê van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Kesên destê wan di van êrîşan de ne, bê berpirsiyarî tevdigerin, dixwazin Herêma Kurdistanê bê îstîqrar û bê hûzûr bikin. Em dizanin ku ew dixwazin xelkê me yê di nav hûzûr û di ewlehiyê de dijîn, dixwazin di nav wan de endîşe û tirsê derxin.
Em dibêjin vana tev xeyalin. Hêzên Pêşmerge, asayiş, polîs û hemû beşên ewlehiyê dikarin ber li van xeyalan bigrin û wê tehdîdên pûç yên siyasî vala derxin.
Nûnerên civaka navdewletî van êrîşan bi tundî şermezar dikin, ji bo berlêgirtinê gavên xwurt tên avêtin, bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de, xebatên hilbijartinê bo bi ewle û hûzûr bimeşe, em li ser ewlehiya wê hûr bûne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin