Anthony Blinken êrîsên li ser Hewlêrê sermezar kir

17 January 2024 13:30 0 dîtin
Anthony Blinken êrîsên li ser Hewlêrê sermezar kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji hevkarên nêzîk ên Amerîka ye.

Antony Blinken di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî X de diyar kir ku duh li Davosê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kiriye.

Wezîrê Amerîka Blinken di daxuyaniya xwe de got, “Piştî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, min li Davosê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir û tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkarê me yê nêzîk e. Amerîka bi eşkere êrîşên Îranê şermezar dike.”

Mesrûr Barzanî ku li Davosê bû, duh bi Wezîrê Amerîkayê Blinken re civiya. Di civînê de êrîşên Îranê yên ku bûne sedema mirin û birîndarbûna sivîlan hatin şermezarkirin.

Blinken balkişand li ser wê yekê ku Serokê Amerîkayê Joe Biden êrişên li dijî Herêma Kurdistanê wek metirsiyeke cidî dibîne, Blinken tekez kir ku ew ê hewlên pêwîst bidin ji bo parastina ewlehî û aramiya navçeyê.