Blinken: Esed rê li ber êrîsên HTSê vekir

04 December 2024 18:31 0 dîtin
Blinken: Esed rê li ber êrîsên HTSê vekir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antoniy Blinken, îro 4ê Kanûnê di serdana Ewropayê de li Brukselê li ser rewşa Sûriyê daxuyanî dan.

Blinken diyar kir ku redkirin serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed a tevlîbûna bi awayekî çalak di proseya dîtina çareseriyeke siyasî de, derfet ji destpêkirina êrîşa ji aliyê komên çekdar ên Sûriyê çêkir.

Wezîrê Amerîkayê herwiha got, pêşdeçûna vê dawiyê ya Desteya Tehrîr El-Şam (HTŞ) wê yekê derdixe ku piştgirên Esed, wek Rûsya û Îran, ji hev belav bûne.

Blinken da zanîn, ya herî girîng ew e ku rê li pêşiya vegera DAIŞê ya li Sûriyê bê girtin.