Ano Cewher: Êrîsên li ser Hewlêrê li dijî yasayên navdewletî ne
PeyamaKurd – Wezîrê Ragihandin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand, êrîşên li ser Hewlêrê dûrî nirxên mirovî û li dijî yasayên navdewletî ne.
Wezîr Cewher di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de diyar kir ku geştên asayî yên Balafirxaneya Hewlêrê berdewam dikin û ti astengî di geştên asmanî de nînin.
Cewher derbarê êrîşên li ser Hewlêrê de jî got, "Êrîş ji nirxên mirovahiyê dûr in û li dijî hiqûqa navneteweyî ne." got.
Di daxuyaniya xwe ya roja Pêncşemê 18.12.2024ê de Yekîneya Dijî Terorê ya Kurdistanê ragihand ku nûçeya hin dezgehên ragihandinê yên derbarê êrişa balafirên bê balafirvan li ser Balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê, bêbingeh û ne rast in.
15ê Çileya 2024an di saet 23.30yan de, gelek xalên ku welatiyên sivîl li Hewlêrê lê bi cih bûne, ji aliyê Artêşa Mûhafizên Şoreşger ên Îranê ve hatin armanckirin.
Di encama êrîşan de 5 welatiyên sivîl ku di nav wan de karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî jî hebû, jiyana xwe ji dest dan. Gelek sivîl jî birîndar bûn ku rewşa hinek ji wan giran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin