Hevjîna Pêsrew Dizeyî behsa seva êrîsa Îranê dike

21 January 2024 10:27 0 dîtin
Hevjîna Pêsrew Dizeyî behsa seva êrîsa Îranê dike

PeeyamaKurd – Hevjîna karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ku 15ê Çiliyê mala wî bûbû armanca êrîşa Îranê û tevî keça xwe ya 11 mehî Jînayê û karsazê iraqî Kerem Mixayîl can dabû, di vîdyoyekê de behsa dema êrîşê dike.

Di ivîdyoya ku li ser platforma X hatiye belavkirin de, Hana Cotyar hevjîna şehîd Pêşrew Dizeyî hûrgiliyên şeva êrîşa Îranê ya ser mala wan vedibêje.

Tê texmîn kirin ku vîdyo dema ku Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Serokê Komîteya Lêkolînan a Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî serdana birîndarên êrîşê li nexweşxaneyê kirine, hatibe tomarkirin.

Hevjîna Pêşrew Dizeyî dibêje: “Keç û kurê min di odeya xwe de bûn, şehîd Pêşrew û mêvanekî xwe li qata jêrê rûniştibûn, hew me zanî ku bi moşkan êrîş li me hate kirin.”

Hana Cotyar diyar kir ku şeva ku Îranê êrîşî mala wan kir tenê yek mêvanê wan hebû û ew jî karsazê Iraqî Kerem Mixayil bû.

Hana Cotyar da zanîn ku hevjînê wê, kurê wê yê mezin Roj û mêvanên wan di dema êrîşê de li salonê bûn û zarok jî di odeyên xwe de bûn: “Du zarokên min hene, yek keç û yek kur e. Ew li oda xwe bi dadika xwe re bûn. Em pênc kes li qata jor bûn.

Min ji karmenda me Arlyê re got, here cem mêvanan û xizmeta wan bike. Wê gavê min dît ku banê malê hilweşiyaye.

Paşê min dengê Quranê bihîst û got,  “Xwedê, alîkariya me bike. Ez ji ser hişê xwe çûm û paşê min bihîst ku kesek di tariyê de gazî dike, ‘Kî li wir e, ez doktor im’. Wan ji min re got, 'Alîkariya me bike û lingê xwe deyne', piştre min xwe di ambûlansê de dît.”

Di êrîşa Supaya Pasdaran a Iranê ya şeva 15ê Çileyê de, 4 sivîlan can dabû û 16 kes jî birîndar bûbûn.  Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî can dabûn.