Macaristan: Bêyî Rûsyayê nepêkan e ku li Ewropayê behsa ewlekariya Ewropayê were kirin!

10 March 2025 08:29 0 dîtin
Macaristan: Bêyî Rûsyayê nepêkan e ku li Ewropayê behsa ewlekariya Ewropayê were kirin!

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Macarîstanê Szijjarto diyar kir ku bêyî Rûsyayê ne mimkûn e ku li Ewropayê behsa avahiyeke nû ya ewlehiyê were kirin.

Wezîrê Karên Derve û Bazirganiya Derve ya Macarîstanê Peter Szijjarto li kêleka Radio Kossuth got, bêyî ku berjewendiyên Rûsyayê li ber çavan bên girtin, ne mimkûn e ku li Ewropayê li ser avahiyeke nû ya ewlekarî ya demdirêj biaxive.

Szijjarto got, "Ez ne di nav koma ku dibêje yan jî bi gefan diqîre ku Rûsya dikare ji bo Ewropayê tehdîd bike de me. Herwiha, ez difikirim ku ne mimkûn e meriv li ser mîmariya ewlehiyê ya Ewropî ku wê aştî û aramiya demdirêj misoger bike bêyî hesabê Rûsyayê were axaftin."

Szijjarto girtina rêyên ragihandinê yên Rojava bi Rûsyayê re weke “şaşiyeke stratejîk” bi nav kir û gotinên xwe wiha domandin:

“Sê sal in em bi Rûsyayê re kanalên dîplomatîk vekirî dihêlin û niha (Serokê Amerîkayê) Donald Trump jî van kanalan vekiriye. Ez difikirim ku ev stratejî ji astengkirina kanalên ragihandinê pir çêtir e, ji ber ku ew bi rastî hêviya aştiyê têk dide.”