Macaristanê gef li Ewropayê xwar: ‘Ji bo her koçberî bilêta Brukselê’
PeyamaKurd – Hikûmeta Macaristanê gefa şandina koçberan bi ser Yekîtiya Ewropayê (YE) de xwar.
Li demeke ku qeyrana koçberan di navbera Macaristan û YEyê de berdewam dike de, Berdevkê Ofîsa Serokatiya Macaristanê Gergely Gulyas, piştî civîna kabîneyê li paytext Budapeşteyê civîneke rojnamevanî li ser mijarê li dar xist.
Gulya, rexne li Dadgeha Edaletê ya Ewropayê girt ku bi hinceta binpêkirina rêziknameya penaberiyê 200 milyon euro ceza li welatî wan biriye.
Berdevkê hikûmeta Macarî di civînê de gefa şandina penaberan bi ser welatên YE de xwar û got ku ji ber zordana Brukselê ya welatên wan bikin wargeha koçberan, ew jî amade ne pêşniyara ku ji bo her koçberî bilêta Brukselê bistînin bikin.
Gulyas, herwiha diyar kir ku ne pêkane ew polîtîkayên YEyê qebûl bikin û koçberan li sînoran binçav bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin