Putin gef li Ewropayê xwar: Tenê em dikarin texmîn bikin wê çi bibe

05 September 2024 14:59 0 dîtin
Putin gef li Ewropayê xwar: Tenê em dikarin texmîn bikin wê çi bibe

PeyamaKurd - Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin hêrişên Ûkrayna yên li dijî santralên nukleerî weke kiryarên terorîstî yên metirsîdar bi nav kir û got, "Em tenê dikarin texmîn bikin ku ger em bi heman şeweyî bersivê bidin wê li Ewropayê çi dibe."

Putin di rûniştina makî ya Foruma Aborî ya Rojhilatê ya ku li Vladîvostoka Rûsyayê hat lidarxistin de, di derbarê mijarên cuda yên rojeva cîhanê de peyamên gring da.

Putin diyar kir ku artêşa Rûsyayê rewşa herêma Kurskê aram kiriye û got: "Dijmin bi hêrişa li ser herêma Kurskê hewl da Rûsyayê ji pêşketina xwe ya li Donbasê dûr bixe, lê belê bi ser neket."

Putin hêrişên Ûkraynayê yên li ser santralên nukleerî yên li Kursk û Zaporizhiayê wekî "çalakiyên terorîstî yên xeternak" bi nav kir û got, "Em tenê dikarin texmîn bikin ku ger em bi heman awayî bersivê bidin, wê li Ewropayê çi dibe."

Putin diyar kir ku rizgarkirina Donbasê karê wan e û destnîşan kir ku artêşa Rûsyayê li herêmê bi lez û bezeke ku ev demeke dirêj nedîtiye pêşde diçe.

Putin balê kêşa ser wê yekê ku gelê li herêma Kurskê ji ber hêrişan di pêvajoyeke dijwar de derbaz dibe û got: "Erka pîroz a artêşa Rûsyayê ew e ku ji bo dijmin ji van axan derxîne û welatiyên me biparêze, her tiştî bike."

Putin anî ziman ku di 2022an de bi navbeynkariya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li Stenbolê bi Ûkraynayê re lihevkirinek pêk hanîne û got: "Ji ber ku fermana berovajî vê yekê hat dayîn ev peyman nekete meriyetê. Elîtên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Ewropa û hin welatên din dixwestin ku Rûsyayê bi awayekî stratejîk têk bibin."