DAISê gefa komkujiyên nû li Putin xwar

26 March 2024 12:11 0 dîtin
DAISê gefa komkujiyên nû li Putin xwar

PeyamaKurd - Piştî hêrişa herî dirinde ya navxweyî ya 20 salên dawî ku herî kêm 139 kes li salona konserê ya Rûsyayê hatin qetilkirin, rêxistina terorê DAIŞê gefeke nû li Rûsyayê xwar.

Di daxuyaniya DAIŞê ya bi sernavê "Di serî de Putin, gef ji bo hemû Rûsên zalim" de hat gotin ku "Hişyar bin, nefikirin ku derfeta me tune ku em tola birayên xwe yên dîl ketine hilînin."

Di peyama gefxwarinê ya DAIŞê de wiha hate gotin: "Belê! Derbên pir giran, kuştin, xwîn, şewitandin û wêrankirin. Bi îzna Xwedê em li hêviya komkujiyeke dinê ne. Di demeke nêz de."

Peyama gefxwarinê ya DAIŞê ji aliyê rojnemeyên welatên rojava ve bi gringî hate nirxandin.

Rojnameya Newsweekê vê daxuyaniya DAIŞê ya gefxwarinê bi sernavê “DAIŞ ji Putin re gefeke nû ye” nirxand. Rojnameyeke din a Îngilîstanê Daily Star jî got: "DAIŞê ji Putin re got 'li hêviya komkujiyan be.' Mirrorê jî got, "Li gorî agahiyan DAIŞê bi tola xwînê gef li Putin xwar."