DAISê gefa êrîsê bo 4 maçên Lîga Sampiyonan xwar
PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê gefa êrîşê li çar stadyumên ku wê maçên çaryek fînala Lîga Şampiyonan bên lîstin xwar.
Çar maçên çaryek fînala Lîga Şampiyonan îşev û sibe li stadyûmên Parc des Princes, Santiago Bernabeu, Metropolitan û Emiratesê têne lîstin.
DAIŞê gefa êrîşê li dijî wan her çar stadyûman xwar û di peyama gefxwarinê de jî cih da postereke ku li ser "Hemûyan bikujin" hatiye nivîsandin.
Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Spanyayê ragihand ku wan berî maça Atletico Madrid û Borussia Dortmundê were lîstin tedbîrên ewlehiyê zêde kirine.
Maçên Îro 9ê Nîsanê: Arsenal (Brîtan) - Bayern Munich (Almanya), Real Madrid (Spanya) - Manchester City (Brîtanya)
Maçên 10 Nîsanê: Atletico Madrid (Spanya) - Borussia Dortmund (Almanya), Paris Saint-Germain (Fransa) - Barcelona (Spanya)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin