‘Vekisîna Amerîka û êrîsên Tirkiyê hist ku gefa DAISê zêde bibe’
PeyamaKurd – Malpera Amerîkî ku gotarên leşkerî belav dike, War on The Rocks cih da gotareke li ser biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, êrîşên Tirkiyê bi ser herêmê de û zêdebûna gefa DAIŞê.
Di nivîsa malperê de tê diyarkirin ku vekişandina hêzên Amerîkayê û êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê yên Tirkiyê hiştiye ku êrîşên DAIŞê zêdetir bibin û niha jî DAIŞ gefan li ewlehiya herêmê dixwe.
Li gor nirxandina War on The Rocksê, piştî DAIŞ di baregehên dawîn ên li rojhilatê Sûriyê de têk çû, stratejiya xwe guhert û niha jî gefan li ewlehiya herêmê dixwe.
Malperê da zanîn: "Ji ber vê yekê çekdarên DAIŞê hem êrîşên rûbirûbûyî dikin hem jî rêzeteqînan û êrîşên plankirî pêk tînin û paşê jî direvin.”
Herwiha di nirxandinê de tê gotin, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li baregehên dawîn ên li Baxozê di têkbirina DAIŞê de roleke sereke lîstiye û herwiha hewldana destpêkirina pêngavên têkoşîna li dijî terorîstan berdewam dike û li dijî êrîşên Tirkiyê yên bo herêmê radiweste.
Malpera Amerîkî diyar dike ku di encama derbasbûna artêşa Tirkiyê bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vekişandina hêzên Amerîkayê de, bi hezaran sivîl koçber bûne.
Herwiha tê piştrast kirin ku ji ber her du bûyeran ango vekişîna Amerîkayê û êrîşên artêşa Tirkiyê, careke din DAIŞê gef li herêmê xwarin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin