Serqul Ewsat: Helwesta Rûsya, Amerîka û Ewropayê ji bo êrîsên Tirkiyê nerm û nazik e!

27 November 2022 17:37 0 dîtin
Serqul Ewsat: Helwesta Rûsya, Amerîka û Ewropayê ji bo êrîsên Tirkiyê nerm û nazik e!

PeyamaKurd - Rojnameyên Şerqul Ewsat, li ser êrîşên Tirkiyeyê yên ser Rojavayê Kurdistanê belav kiriye ku heta niha helwesta Rûsya, Amerîka û Ewropayê li hember êrîşên ji 20ê Mijdarê ve li ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kirine re nerm û nazik e.

Rojnameyê bi zarê çavkaniyên Ewropî daye xuyakirin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bûyera li Stenbolê rû daye ji bo plana xwe ya kevn bi kar tîne û dixwaze, herêmeke bi firehiya 30 kîlometreyî li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ava bike ku bi piranî Kurd lê dijîn.

Herwiha hatiye diyarkirin, lê belê ji ber redkirina vê planê ji aliyê Amerîkayê, hêzên rojavayî û Rûsyayê ve bi giştî heta roja îro ew plan pêk nehatiye û wiha tê gotin: “Li gorî van çavkaniyan, diyar e ku ev rewş ji du aliyan ve hat guhertin. Yek; girêdayî êrîşê bi xwe ye. Yanî hincet ji serokê Tirkiyê re peyda bû da ku operasyoneke leşkerî bi hinceta şerê li dijî terorê û parastina gelê Tirk pêk bîne. Ya din; pêwîstiya rojavayîyan îro ji demên berê bêhtir bi Tirkiyê heye.

Rojnameyê daye zanîn, “Li gorî van çavkaniyan heta roja îro bertekên li hemberî êrîşên asmanî ne zelal in. Her du aliyên herî bi bandor li Tirkiyê ango Amerîka û Rûsya li hemberî Enqereyê nerm nêzîk dibin û tu duxuyaniyên şermezarkirinê nedane. Ev yek ji bo helwesta Ewropayê jî derbas dibe. Helwestên ferdî hebûn, lê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve çi komserî be, an serokatiya yekîtiyê be yan jî berpirsê siyaseta derve û ewlehiyê, tu helwest derneketin.