Rûsya: Em helwesta Amerîkayê sermezar dikin
PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov der heqê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ragihandibû, welatê wî dê ji Peymana Hêzên Nukleerê ku menzila wan navînî ye vekişe de wiha got: "Em wan hewldanên ku bi rêbazên şantajê dewam dikin da ku Rûsya paşde gav bavêje, şermezar dikin."
Ryabkov di nirxandina xwe ya seba ajansa nûçeya TASS s Rûsî da diyar kir ku pêwîstî bi demê heye da ku daxuyniya Trump were nirxandin.
Ryabkov bal kişand ku divê bi "peqînên hestiyariyê" va mirov biryarên bi vî rengî nestîne û wiha dewam kir, "Em wan hewldanên ku bi rêbazên şantajê ji bo parastina îstiqrara stratejîk, ji bo ewlekariya navneteweyî û ewlekariya di warê çekên nukleerê da û herwiha ji bo ku Rûsya paşda gav bavêje tên avêtin, şermezar dikin."
Ryabkov got ku li Washingtonê hin hêz didin zorê ku rêveberiya welêt bi awayekî fermî ji peymanê vekişe û wiha got, "Ev gav, dê bûbûya gaveke pir xeternak."
Serokê Amerîkayê Donald Trump di nirxandina xwe ya duh a der heqê Peymana Hêzên Nukleerê ku menzila wan navînî ye û di navbera Amerîka û Rûsyayê da hatiye îmzekirin da wiha gotibû, "Em li ser peymanê man û me rêza xwe nîşanî peymanê da, lêbelê mixabin Rûsyayê rêz nîşanî vê peymanê neda û ji ber vê çendê jî em ê peymanê fesx bikin û em ê ji peymanê vekişin."
- Peymana Hêzên Nukleerê ku menzila wan navînî ye
Peymana Hêzên Nukleerê ku menzila wan navînî ye û armanca wê jî parastina Amerîka û mitefiqên wê yên li Ewropa û Rojhilata Dûr e, di 1987an da li Washingtonê hatibû îmzekirin.
Peyman wê yekê li Rûsya û Amerîkayê qedexe dike ku moşekên birêber ku menzila wan 300-3400 mîl e û ji bejayê tên agirkirin, bikirin, çêbikin an jî test bikin. Amerîkayê gelek carî Rûsya tawanbar dikir ku vê peymanê binpê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin