Almanya û Amerîkayê kiryarên Rûsyayê sermezar kirin
PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Washingtonê civiyan û piştî hevdîtinê derketin pêş rojnamevanan. Di civîna rojnmevanî de her du wezîran gef û kiryarên Rûsyayê yên li ser sînorê Ûkraynayê şermezar kirin.
Wezîra Derve ya Almanya Baerbock di axaftina xwe ya ser serdana Washingtonê de bûyerên 6ê Çileyê 2020an ên Kongreya Amerîkayê bibîr xist ku alîgirên Trump bi ser kongreyê de girtibûn.
Baerbockê dîyar kir ku ew li Almanya jî kiryar û gotinên nefretê dibînin û da zanîn ku divê ew nirxên sereke xurtir bikin.
Baerbock li ser Îranê got ku Tehranê dema ji bo geşkirina peymana nukleerî heder kiriye û êdî ji bo wê pir dem nemaye.
Blinken jî di civînê de got, li gor Amerîka û Almanya, kiryarên Rûsya yên dijî Ukrayna li hember aştî û îstiqrara Ewropa gefxwarinek e û da zanîn ku gotinên Rûsya yên dijî Ukrayna roj bi roj tundtir dibin û ew wan gotinan jî şermezar dikin.
Baerbock jî dîyar kir ku ger Rûsya serwerîya Ukrayna binpê bike ewê bedelên wê ji bo Moskowê giran bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin