Rûsya: Li Sûriyê têkiliyên me bi Amerîkayê re xurt in, em rojane hevdîtinan dikin
PeyamaKurd - Wezîrê Bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku Rûsya û Amerîka ji bo birêvebirina qada hewayî û têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê, rojane peywendiyan ligel hev dikin û li ser xaka Sûriyê hevdîtinan dikin.
Şoygu ji ajanseke Kazaxistanê re daye xuyakirin, Rûsya û Amerîka pêwendiyên xwe yên derbarê Sûriyê de li ser asta teqtîkî û pratîkî berdewam dikin.
Sergey Şoygu dibêje: "Ez ji we venaşêrim, îro li Sûriyê di asta teqtîkî û partîkî de pêwendiyên me yên xurt bi hevkarên me yên Amerîkî re hene. Dibe ku ev tiştekî veşartî be ku ez eşkere dikim. Rojane gelek caran têkildarî birêvebirina qada hewayî û girtiyan tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî terorê pêwendî çêdibin.”
Wezîrê Rûsî destnîşan kir ku gavên yekem ên rêveberiya nû ya Amerîkayê bi hatina serok Joe Biden re, hêviyan çêdikin û got, ew êdî li şûna pêşkêşkirina pêşniyarên ku pêk nayên, derbasî diyaloga rastî û bi sûd bûne û mînaka wê yekê peymana “START-3 " ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin