Kabulov: Talîban dixwaze têkiliyên xwe bi Rûsyayê re xurt bike
PeyamaKurd - Nûnerê taybet ê Afganîstanê yê Rûsyayê Zamir Kabulov ragihand ku Rêveberiya Talîbanê dixwaze li Afganîstanê têkiliyên xwe bi Rûsyayê re pêşve bibe.
Zamir Kabulov daxuyaniya Vladimir Putin a di televizyona dewletê ya Rûsya de hatibû weşandin nirxand û got, têkiliya bi Talîban re bi dostanî ye û ev dostanî ji dil e.
Kabulov da zanîn ku wan di têkiliya Rêveberiya nû ya Afganîstanê û Rûsyayê de kûrbûnek dîtiye.
Şanda Rûs di 24ê Adarê de li paytexta Afganîstanê Kabulê, bi rêveberiya Talîban re hevdîtin kiribû. Talîbanê dabû xuyakirin ku ew dixwazin hevkariya xwe bi Moskovayê re berfirehtir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin