Rûsyayê, Talîban ji lîsteya terorê derxist
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku biryara derxistina Talîbanê ji lîsteya rêxistinên terorê, bi devê dezgehên wan biryarder ên di asta herî bilind de hatiye dayîn.
Li gorî Zamîr Kabûlov ê ku nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ye li Efxanistanê, ji bo ku bikeve meriyete biryara ku di ajansa nûçeyan a dewletê ya Rûsyayê TASSê de hatiye ragihandin, divê gelek geşedanên hiqûqî pêk werin.
Pûtîn di meha Tîrmehê de gotibû ku Rûsya di şerê li dijî terorê de Talîbanê wek hevalbendê xwe dibîne. Piştî ku sala 2021ê dawî li şerê Talîban û Amerîkayê hat ku 20 salan berdewam kiribû, Rûsyayê bi vê rêxistinê re ji nû ve dest bi têkiliyan kir. Lê hêjayî gotinê ye ku tevgera Talîbanê hîn jî li Rûsyayê bi fermî di lîsteya komên terorîst de ye û qedexekirî ye. Rûsyayê, sala 2003yan ev biryar dabû Talîban xistibû lîsteya komên terorîst.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin