The Times: Rûsya Talîbanê ji lîsteya terorê derdixe

07 April 2024 15:23 0 dîtin
The Times: Rûsya Talîbanê ji lîsteya terorê derdixe

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsya amadekariyê dike ku Tevgera Talîban a Afganistanê birêve dibe, ji lîsteya terorê derxe û pê re têkilî bike.

Rojnameya The Times daye xuyakirin ku Tevgera Talîbanê bo forûmeke li Rûsyayê tê lidarxistin hatiye vexwendin û ew vexwendin ji aliyê Talîbanê ve jî bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin.

Forûm, li paytexta Tataristan Kazanê bi beşdariya welatên Îslamê û bi mebesta pêşxistina derfetên aboriyê tê lidarxistin.

Rojnameyê diyar kiriye ku rêveberiya Afganistanê jî ji aliyê Moskowê ve bo beşdariya wê forumê hatiye vexewendin ku ji bo Talîbanê jî dibe derfeta naskirina fermî ji aliyê Rûsyayê ve.

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov ragihandiye ku ew welatekî cîran in û bi wan re di nav pêwendiyê de ne û ji bo çareserkirina pirsgirêkên lezgîn dîyalog pêwîstiyek e ji ber ku li Afganistanê otorîte ew in.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mücahid jî ji The Timesê daye xuyakirin, "Derxistina ji lîsteya reş a Emîrtiya Îslamê hemleyeke baş a Rûsyayê ye, em vê gavê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Ev dê ji bo Moskowê jî derfetên veberhênanê li Afganistanê dabîn bike.”